Îsraîlê spasiya pistgiriya Amerîkayê kir

Dîroka Weşanê :
Îsraîlê spasiya pistgiriya Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê ji ber piştevanîya operasyona ser Cenînê spasiya Amerîkayê kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Galant got ku wî pêwendiyeke telefonî ya baş bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin re kiriye û tê de spasiya piştevaniya bêmerc a Washingtonê kiriye bi sedema piştevaniya bo operasyonên Îsraîlê li bajarê Cenînê.

Yoav Galant operasyonên Îsraîlê yên li bajarê Cenînê wekî; operasyona dijî terorê û jinavbirina metirsiyên ser Îsraîlê pênase kir û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê jî fikarên  welatê xwe li ser zêdebûba aloziyên navbera Îsraîl û Filîstînê nîşan da.

Hêjayî gotinê ye, roja 5ê Tîrmehê piştî du rojan ji operasyon û pevçûnan, artêşa Îsraîlê dest ji kampa penaberan a Cenînê ya li kerta rojava vekişand û artêşa Îsraîlê bi vekişandina hêzên xwe ji Kampa Cenînê re dawî li operasyonên ser wê herêmê anî.

Di nava du rojên pevçûnan de artêşa Îsraîlê bi beşdariya zêdetirî hezar leşkeran operasyoneke berfireh li ser bajarê Cenînê yê li kerta rojava pêk anî ku 13 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûn. Wezareta Berevaniyê ya Filistînê jî kuştina leşkerekî Îsraîlî di pevçûnên ligel ketîbeyên Qesam de ragihand.