Qasim Arecî ji aliyê Rêber Ehmed ve hat pêswazîkirin

Dîroka Weşanê :
Qasim Arecî ji aliyê Rêber Ehmed ve hat pêswazîkirin

PeyamaKurd – Îro Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê lêkolînê ji bo rêdana çiyayê Qereçûx dikin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî, gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwazî lê hat kirin. Paşî bi merema kombûnê û danûstandinan li ser çend pirsan çûn avahiyê Wezareta Navxwe.

Li gor zanyariyan, armanca yekem a serdana Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê lêkolîna wê rûdanê ye ya ku berî du rojan li çiyayê Qereçûx qewimîbû.

Qasim Arecî serokê wê lijneyê ye ya ku Serokwezîrê Iraqê ji bo lêkolîna wê rûdanê pêk aniye. Herwiha da zanîn, hejmareke fermandeyên bilind ên serbazî yên hêzên Pêşmerge û Iraqê jî tevlî wê civînê bûne.

Hat zanîn, biryar e piştî wê kombûnê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê serdana çiyayê Qereçûx bikin û bi rengekî meydanî lêkolînê li ser wê rûdana berî du rojan bikin a ku di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê de qewimîbû.

Mijareke din a civîna navbera Rêber Ehmed û Qasim Arecî, wê taybet li ser destbikarbûna lîwaya 20ê ya hevpar a Wezareta Pêşmerge û pirkirina wan valahiyên ewlehî be ku di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê (Heşda Şeibî û artêşa Iraqê) de li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hene.