Lukasenko: Dinya hat ber serekî nukleerî

Dîroka Weşanê :
Lukasenko: Dinya hat ber serekî nukleerî

PeyamaKurd – Serokê dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi sedema roja yekîtiya netewî ku formekî hatibû lidarxistin,di formê de axifî û got ku dinya hat ber şerekî nukleerî û weh adewam kir:

“Dinya aqil avêtiye û weka ku dê ji ciyê dirûtinê biteqe. Wê her tişt çawa bi dawî bibe? Her diçe mirovên ji rêzê hetta kesên ji siyasetê dûr vêya difikirin.Piştî şerê sar yê dinyayê qediya heya niha cara yekeme benîadem ber bi şerekî nukleeriye. Em di wextekî sext de derbas dibin.

Îro bi taybetî ciyekî dîtine ku lê rihet bikin. Bi taytbetî li Ûkrayna. Dixwazin hukumeta Belarûsê biroxînin û çawa berê em perçeyekî Polonyayê bûn, dixwazin me bibin salên 1939 an û ji bo vêya yekîneyên xwe ava dikin.

Me di sala 1945 an de dev ji dijîtiyên navbera xelkên Slav berda û li hemberê faşîzma Alman, me Polonyayê rizgar kir. Niha jî Varşova weka cewaba vêya; sabotajên îdeolojîk dike, xeberên derew çêdike û muxalefetê destek dike.”