PeyamaKurd – Şîrketa dewleta Çînê, hilberîna balafira hemdengê Boeingê û Airbusê bipêş xist û niha dixe bazara dinyayê. Lê berya balafiran bifroşe û teslîm bike testa xwe ya dawiyê kir. Ragihandin ji aliyê dewletê de hat kirin ku sedema hiberîna balafira rêwiyan jî ew e ku Çîn naxwaze zêde bi şîrketên Boeing û Airbusê ve girêdayî bimîne. Çînê fabrîka şîrketa xwe li Şanghayê ava kiriye.
Şîrketa Çînê ya bazirganî ya bi navê COMAC ê, testa dawiyê ya balafira ku wê bê teslîmkirin kir. Balafira C919 di 06.52 yê sibêde dest bi fire kir û siet di 09.54 an de danî balafirgeha Şanghayê ya bi navê Pudongê. Balafir testa xwe serkeftî kir.
Di meha adara borî de, şîrketa China Eastern Airlines û COMAC di navbera xwe de ji bo kirîn û fişrotina 5 balafirên C919 peyman girêdabûn.