PeyamaKurd – Welatê Îmaratê îro 31ê Gulanê ragihand ku ew berî du mehan ji hekariya ewlehiya deryayî ya Rojhilata Navîn a pêşengtiya Amerîkayê vekişiyane.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Îmaratê de hat gotin: “Di encama nirxandinên me yên derbarê hevkariya ewlehiyê bi hevkaran re, dewleta Îmaratê du meh in xwe ji hêza deryayî ya yekbûyî vekişand. Dewleta Îmaratê ji bo xurtkirina armancên hevbeş, pêkanîna ewlehî û îstiqrara herêmê, girêdayî diyaloga aştiyane û rêyên dîplomatîk e.”
Hêjayî gotinê ye, hêza deryayî ya yekbûyî ji 34 welatan pêk tê û navenda wê li baregeha deryayî ya Amerîkayê ya Behreynê ye ku hewl dide ewlehiyê li deryaya Sor û Kendavê misoger bike û li dijî “terorê” têbikoşe.
Herêmên deryayî yên hevkariyê, cihên herî girîng ên bazirganiya cîhanê ne ku ji 2019an ve keştiyên li wir rastî êrîşan tên. Li herêmê herî zêde jî aloziya navbera Îran-Amerîkayê li ser wan rêyên deryayê rû dide.