PeyamaKurd – 800 doktorên Yekîtiya Bijîşkên Îranê nameyeke vekirî li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî belav kirin û ragihandin, hewla veşartina sedemên mirina Jînayê tê dayîn.
Di nameya ku li ser mirina Jîna Emînî piştî binçavkirina ji aliyê polîsê exleqê yê Tehranê ve hatiye belavkirin de, doktorên Îranî daxuyaniyên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî yên derbarê rapora bijîşkê dadî û dijatiya xwepêşanderan red dikin.
Herwiha dibêjin ku komîsyona ku rapora mirina Jîna Emînî amade kiriye, xwestiye navê saziya wan ji bo xwe mafdar derxe bikar bîne û ew rapora li pişt deriyan hatiye amadekirin baweriyê nade.
Bijîşkên Îranê daxuyaniyên Serokê Yekîtiya Bijîşkan Muhammed Reiszade ku derbarê xwepêşanderan de dane jî red dikin û dibêjin, wî berpirsiyariya xwe ya pîşeyî ji dest daye û qet behsa kuştin û bikaranîna çekan li dijî xwepêşanderan jî nekiriye.
Hêjayî gotinê ye, Bijîşkiya Dadî ya Îranê di rapora ser mirina Jîna Emînî ya roja Îna borî eşkere kiribû de, mirina wê bi nexweşiyê û bikaranîna tilyakê girê dabû ku ev jî rastî bertekan hatibû.
Li aliyê din xwepêşandanên protestoyî yên piştî mirina Jîna Emînî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 26 roj in berdewam dikin û heta niha bi sedan kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.