60 hezar penaber dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
60 hezar penaber dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha 60 hezar penaberên welatiyên Herêma Kurdistanê yên penaxwaziya wan hatiye redkirin, ji bo vegerin Herêma Kurdistanê navê xwe tomar kirine.

Serokê komeleya penaberên Kurdistanî yên ku ji Ewropayê vegeriyane, Bekir Elî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, gelek welatiyên Herêma Kurdistanê li Ewropa û Yûnan û welatên Îskandînaviya hene ku daxwaza penaberiya wan hatiye redkirin û ji ber wê jî nikarin tiştekî bikin.

Bekir Elî gotiye, derdora 60 hezar kes ji wan navê xwe tomar kirine da ku vegerin Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku çend sal berê her kesekî Iraqî ji Ewropa vedigeriya, 11 hezar dolar werdigirt lê niha ew dirav bûye 3500 dolar. Niha penaberên ku dixwazin vegerin mercê wan ew e wî diravî zêde bikin da ku bikarin pê vegerin Kurdistanê.

Bekîr Elî daye zanîn, ew niha bi saziyên navdewletî û fermangeha pêwendiyan ya Kurdistanê re danûstandin dikin.