PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo serxweşiyê serdana konsûlxaneya giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir.
Serokwezîr Barzanî di serdanê de, lênûska taziyeya Elizabeth a Duyem ku 70 salan keybanûya Brîtanyaya Yekgirtî bû, îmze kir.
Mesrûr Barzanî li ser medya civakî derbarê serdanê de got: “Ji ber wefata Keybanûya Rêzdar Elizabeth II ya Brîtanyayê, min îro serdana konsûlxaneya giştî ya Brîtanya ya Hewlêrê kir û bi rêya Konsûlê Giştî David Hund, li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê me serxweşî li gelê Brîtanyayê kir.”
Serokwezîr Barzanî di lênûska taziyeyê de jî got: “Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê, em sersaxiyê didin malbata şahîniyê, Hikûmeta Şahîtiya Yekgirtî û gelê wê.”
Keybanûya Brîtanyaya Yekgirtî Elizabeth a 2yem 8ê Îlonê di 96 saliya xwe de, koça dawî kiribû û tê çaverêkirin 19ê Îlonê bi beşdariya serokên welatên cîhanê merasîma cenazeyê wê bê sazkirin.