Li Efxanîstanê, êrîsa bombeyî: Mirî û birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li Efxanîstanê, êrîsa bombeyî: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji ajansa nûçeyan a AFPê hat belavkirin, li Efxanîstanê, êrîş li dijî mizgeftekê çêbûye û di encama êrîşê de mirî û birîndar çêbûne.

Li gorî agahiyên ku di nûçeyê de hatin parvekirin, teqîn li dijî mizgefteke li derveyî bajarê Heratê yê Efxanîstanê çêbûye û ev teqîn rastî edakirina nimêja înê hatiye.

Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku di vê teqînê de Mucîb Rehman Ensarî yê di qada olî de kesayetekî naskirî ye hatiye kuştin ku bi alîgiriya xwe ya Talîbanê dihat naskirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê polîsên Efxanîstanê ve jî hatin dayîn; ligel Ensarî, nêzîkî 15 welatiyên Efxan jî canên xwe ji dest dane.

Li ser teqîna ku çêbûye, heta niha daxuyaniyeke berpirsiyariyê ji tu aliyan ve nehatiye dayîn û hat zanîn ku li cihê bûyerê, lêgerîn û lêkolînan dest pê kirine.