PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) di çarçoveya dorpêçên ser rêxistinê DAIŞ û El Qaîdeyê de, 3 kes û rêxistin xistin nav lîsteya cezayan.
Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn, di çarçoveya dorpêçên ser kes û aliyên bi wan rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê re pêwendîdar, rêxistinên bi navê Cemaet Nusret El-Îslam û El Muslîmîn û fermandarên wan ên pilebilind; Sidan Ag-Hitta û Salem ould Breihmatt ketin nav lîsteya cezayan.
Herwiha şaxê rêxistina Burkîna Fasoyê Ensar'ul Îslam û serokê wê Cafer Dicko jî di lîsteya cezayan de cî digirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew kom û kes ji êrîşên ser misyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Maliyê û hejmarek êrîşên din ên dijî hêzên ewlekariyê berpirs in.
Hatiye diyarkirin ku ew kes û rêxistin hem li ser Afrîkayê hem jî li ser herêmê bi giştî û cîhanê gefeke cidî ya berdewam çêdikin.
Bi van dorpêçên dawî re, hejmara rêxistin û kesên terorî yên lîsteya Yekîtiya Ewropayê gihîşt 13 kes û 4 rêxistinên bi DAIŞ û El Qaîdeyê re pêwendîdar.