HSD: Bi İHAyê li noqta me ya leşkerî ya li Başûrê Tebqayê dan

Yayınlanma Tarihi :
HSD: Bi İHAyê li noqta me ya leşkerî ya li Başûrê Tebqayê dan

PeyamaKurd – HSDê ragihand ku li Rojhilatê Firatê li bajarê Tebqayê li Başûrê wê li seha ku noqta wan ya leşkerî tê de ye, seha bi navê Sewre, ji hewayê de hatiye bombekirin.

HSDê got ku di encama bombekirinê de xesar çêbûye û ji êrîşê jî Tirkiyê berpirs girt. Êrîş bi drona Tirkiyê ya bi navê “Akıncı” çêbûye û got ku bi vê êrîşa han Tirkiye qebûl dike ku mudaxeleya leşkerî dike ser Sûriyê.

Êrîşa Tirkiyê îro seet di 18.00an de çêbûye. Piştî êrîşên ser bendava Teşrînê peyman hatibû îmzakirin û HSD dibêje ev cara yekeye ku Tirkiye peymanê îhlal dike.