image

PeyamaKurd – Piştî ku li parêzgeha Silêmaniyê hejmarek haletên pêketina nexweşiya kolerayê hatin tomarkirin, Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê jî bi daxuyaniyekê hejmarek tedbîrên xweparastinê ragihand.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku hejmara nexweşên zikçûnê zêde bûye û hejmarek nexweşên Kolerayê hatine tomarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê jî hejmarek rênima belav kirin û daxwaz ji welatiyan kir ku xwe ji xwarina derve dûr bigirin û girîngiyê bidin destşuştina bi av û sabûnê.

Rnimayên Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê wiha e:

- Divê welatî xwarinên derve û bi taybet ewên servekirî bi kar neyînin û heta ji destên were nanxwarin li malê be.

- Berî nanxwarin û piştî çûna destavê, zêdetir ji 20 çirkeyan destên xwe bison.

- Ji bikaranîna ava şebekeyê dûr bikevin û ava amadekirî ya kelandî bi kar bînin.

- Di vê demê de xwarina deryayî wek masiyan nexwin, ew xwarinên li malên jî tên amadekirin wek goşt, baş bikelînin.

- Di vê demê de neçin melavaniyê nekin.

- Di dema zikçûnê de Rice_based ORS bi kar bînin û her kîsek bixin nava lîtreke ava kelandî û piştî her zikçûnekê piyalekê jê vexwin.

- Eger zikçûn tund bû û karîna xwarin vexwarinê nema, baştir e di heyama 24 demjimêran de serdana nêzîktirîn navenda tendirustiyê bikin.