Iraq zêrê xwe zêde dike û di cîhana Erebî de dibe çaremîn

Dîroka Weşanê :
Iraq zêrê xwe zêde dike û di cîhana Erebî de dibe çaremîn

PeyamaKurd – Li gorî rapora meha Mijdarê ya Encumena Zêr a Cîhanê (WGC), Iraqê rezervên xwe yên zêr bi awayekî berçav zêde kirine û di nav welatên Erebî de pozîsyon xwe weke çaremîn xwediyê herî mezin ê zêr xurt kiriye. Ev pêngav weke beşek ji stratejiya Banka Navendî ya Iraqê ji bo xurtkirina îstîqrara darayî û cihêrengkirina rezervên biyanî tê dîtin.

Di rapora herî dawî de, ku roja Duşemê hate weşandin, hat diyarkirin ku rezervên zêr ên Iraqê di meha Tebaxê de gihîştine 171.9 tonî, ku ev ji 162.7 tonên meha Tîrmehê zêdebûneke girîng nîşan dide. Bi vê yekê, Iraq di rêzbendiya cîhanî de di nav 100 welatan de cihê xwe yê 29emîn diparêze.

Di cîhana Erebî de, Iraq piştî Erebistana Siûdî, Libnan û Cezayîrê di rêza çaremîn de cih digire. Pênc welatên sereke yên Erebî - Erebistana Siûdî, Libnan, Cezayîr, Iraq û Lîbya - bi hev re xwediyê 1,101 ton zêr in. Rapor herwiha destnîşan dike ku deh welatên Erebî bi giştî nêzîkî 1,500 ton zêr di destê xwe de digirin.

Li seranserê cîhanê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi 8,133 ton zêr di rêza yekemîn de ye, li pey wê Almanya bi 3,350 ton û Îtalya bi 2,451 ton zêr tên.

Zêdekirina rezervên zêr ji aliyê bankên navendî ve, bi taybetî di demên nediyariya aborî û jeopolîtîk de, weke stargeheke ewle tê dîtin. Pêngava Iraqê di vî warî de nîşana hewldanên wê yên ji bo misogerkirina aramî û îstîqrara aborî ya demdirêj e.