PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê biryarê da ku budça xwe ya bo bergiriyê û parastina sînoran ya sala 2026an zêde bike. Di biryarê de bi tevahî budçe 190 milyar Avroye û li gor budça 2025an 200 milyonê wê zêdetir e.
Perê bo bergiriyê û parastina sînoran li dora 2,8 milyar Avroye ku dibe têr neke jî. Li gor daxwuyaniyê; ji bo mesrefa xala ‘Koçê û rêvebiriya sînor’ 5 milyar Avro zêdetir pere vediqetînin. Ev pere car din dikeve parastina sînoran û bergiriya koça bo Ewrûpayê.
Ji ber Almanya serê YEyê ye, para herî zêde dikeve aliyê Almanya û budça YEyê %25ê wê Almanya dide.