PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Almanyayê Horst Seehofer ragihand ku bo sala 2018an, zerara dewletê ya ku ji sûcên organîze gihaye dewletê, 691 mîlyon Ewro ye. Seehofer, bi serokê daîra krîmînal ya federal bi Holger Münch re li Berlînê, li navenda çapemeniyê di derbarê “rapora sûcên organîze” de axifîn. Seehofer ragihand ku ew bi sûcên organîze re rû bir û ne û ew rêxistin di asta navdewletî de xebata xwe dikin. Raste asta sûcan bo sala 2018an daketiye lê tehdîda wan hêjî zahf e.
Seehofer, ragihand ku di serê sûcan de sûcên bazirganiya maddeyên hişber û sûcên malî tên û bo sala 2018an, bo 535 sûcan lêpirsîn hatine kirin.
Serokê daîra sûcên krîmînal ya federal (BKA) Münch got ku li Almanya li gor tesbîta wan 150 grûbên Almanan hene, 71 grûbên Tirka hene û 26 grûbên Arnawûtan hene. Jimara Almanên ku tevli sûcan bûne 2 hezar û 23 kesin.714 kes Tirk in,404 kes Polonî ne û 244 kes Arnawût in.