Amerîka bi sedema Îranê dorpêçê danî ser sîrketên Çînê

Dîroka Weşanê :
Amerîka bi sedema Îranê dorpêçê danî ser sîrketên Çînê

PeyamaKurd- Rêvebiriya Washingtonê hinek hemwelatiyên Çînê bi sedema têkiliyên bi Îranê re xistibû lîsta dorpêçê. Niha Amerîka bi wan kesan re, şîrketên bi navên Cosco Shipping Tanker Co. û China Concord Petroleum Co. yên Çînê bi kirîna petrolê ji Tehranê tewanbar dike. Amerîka dibêje ku bi zanîn petrolê ji Îranê dikirin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo xebera danîna dorpêçê bo ser her dû fîrmayên Çînî û kesên Çînî ragihand. Pompeo ragihandina xwe di konferansa “Yekîtiya li dijî Îrana Nukleerî” de kir û got ku navên li jor borî, biryara dorpêçê ji aliyê wezareta Xezînê ya Amerîkayê de, bo ser wan hatiye danîn.

Pompeo di axaftina xwe de got ku wext hatiye da li hemberê Îranê bibin yek.