Banka Pêşketinê ya Îslamî 6,3 milyar dolar fînans dide Enqereyê

Banka Pêşketinê ya Îslamî 6,3 milyar dolar fînans dide Enqereyê

PeyamaKurd - Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek diyar kir ku Koma Banka Pêşketinê ya Îslamî (IDB) wê di çarçoveya Stratejiya Welatan a ku wê di heyama 2024-2026an pêk bê de, wê 6,3 milyar dolar fînans bide projeyên li Tirkiyeyê.

Şîmşek got: “Bi saya bernameya aborî ya ku me pêk aniye, wê herikîna sermayeya derve ber bi Tirkiyeyê ve xurt bibe.”

Şîmşek di serdana xwe ya Riyada paytexta Erebistana Sihûdî de beşdarî  civîna salane ya ji bo 50mîn salvegera damezrandina IDBê ku wê du rojan dom bike bû.

Şîmşek li vê derê di derbarê mijarê de destnîşan kir ku wan peymana arastekirina vê fînansê bi Serokê IDBê Muhammed Suleyman Al-Casser re îmze kiriye û got, "Bi vê stratejiyê IDB, di çarçoveya Stratejiya welatan de, wê 6,3 milyar dolar fînans bide projeyên li Tirkiyeyê.

Şîmşek destnîşan kir ku stratejiya IDBê, li Bernameya Demnavîn a Aborî û Plana Pêşketinê ya 12mîn ên Tirkiyeyê digoncivin û wiha dom kir:

"Fînansa ku wê di çarçoveya stratejiyê de ji Tirkiyeyê re bê şandin, wê ji bo piştgiriya çalakiyên wek babetên perwerde, tenduristî, veguheztin, darayî, çandinî, pîşesazî, ûze û binesaziyê bê bikarhanîn.”

Şîmşek da zanîn ku IDB, ji roja ku hatiye damezrandin heta niha 12,9 milyar dolar fînans daye Tirkiyeyê û diyar kir ku Tirkiye di nav welatên ku bi şert û mercên guncav deynên ji bankayê bi kar tînin de di rêza 4emîn da ye.

Şîmşek diyar kir ku di navbera salên 2021-2023an de ji aliyê IDBê ve nêzîkî 800 milyon dolar fînans ji bo Tirkiyeyê hatiye pesendkirin