Dana Gas: Hilberîna gazê li Kormorê asayî bû

Dana Gas: Hilberîna gazê li Kormorê asayî bû

PeyamaKurd- Kompanya Dana Gasê ku piştî êrîşa hefteya borî ji nû ve dest bi hilberîna gazê li Kormorê kir ragihand ku asta berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê asayî bûye.

Dana Gasê daye xuyakirin, asta berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê gihîştiye ser asta 500 milyon metrekûpan.

Kompaniya Dana Gasê daye xuyakirin, “Destpêkirina berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê bi pabendiya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser ewlehî û silametiya wê zeviyê re hevdem e”.

Dana Gasê da zanîn ku ew pabendî parastina silametiya karkerên xwe yên li nav wê zeviyê kar dikin in û diyar kir, ew dê di hilberîna elektrîkê ya ji bo Kurdistanê berdewam bin.

Hêjayî gotinê ye, bi awayekî giştî asta berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê rojane 520 milyon  metrekûp e û plan tê kirin di sala 2024an de asta berhemanînê ji bo 750 milyon sêcarî bê bilindkirin.