PeyamaKurd- Facebooka medya civakî ragihand ku şîrketa xebata xwendina zêhnê dike û bo vê xebatê, sîstema xwendina zêhnê bipêş de dibe, ya bi navê "CTRL-labs" ê, kirî. Şîrketa Facebookê ragihand ku navenda şîrketa kiriye, li New Yorkê ye û li ser sîstema ku bi zêhnê karibe compûteran kontrol bike, dixebite.
Bihayê şîrketê di bin 1 mîlyar dolarî de ye û wê daxilî “Labaratûara Rastiyê” ya Facebookê bêkirin. Li ser mijarê cîgirê serokê Facebookê Andrew Bosworth weha ragihand:
“Van tenolojiyan bo me, îcadên sedsala 19an bo di sedsala 21 an de ji nû de bên xeyalkirin, derfetan diafirîne. Wê di navbera rastiya dewlemendkirî (AR) û rastiya sanal (AR) de, dê têkilî bên danîn. Bosworth got ku bi teknolojiya CTRL-labs ê, mirov tenê bazinekî dixe destê xwe û dikare cîhazan bikarbîne û weha dewam kir:
“Ev weha dixebite; di omûrîlîka we de, bo edaleyên di destê we de hun tiliya xwe deynin ser bişkojekî, noron hene ku îşaretên elektrîkê dişînin. Bazin van îşaretan deşîfre dike û wê bike îşaretên ku cihaz jê fêm bike. Wê desthilatiya we ya ser jiyana dîjîtalê zêde bike.”
Şîrketa CTRL-labs ê di sala 2015an de ji aliyê 2 kesên ku li Zanko ya Kolombiyayê di şaxa norolojiyê de doktora xwe kiribûn, ji aliyê du kesên bi navên Thomas Reardon û Patrick Kaifosh de hatibû avakirin.