PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî li Amerîkayê li New Yorkê, di civîna di derbarê şewitandinên daristanên Amazonê de axifî û got ku Almanya û Norweç bo daristanên Amazonê gelek tiştan kirine û bo vemirandina şewatên daristanên Amazonê herkes dixwaze bi Brezîlyayê re bixebite.
Macron, bo vemirandina şewatên Amazonê got ku bo vemirandinê divê planekî bê amadekirin û jê re teqwîmekî bê danîn. Macron di mijara alîkariyê de ragihand ku dê Fransa bi miqdarê 200 mîlyon dolarî alîkariyê bide bo vemirandina daristanên Amazonê.