‘Hewlêr û Bexda wê di demeke nêzîk de li ser mûçeyên Pêsmerge li hev bikin’

Dîroka Weşanê :
‘Hewlêr û Bexda wê di demeke nêzîk de li ser mûçeyên Pêsmerge li hev bikin’

PeyamaKurd - Endamekî Komîsyona Asayiş û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê dibêje, Hewlêr û Bexda wê di demeke nêzîk de li ser mûçeyên hêzên Pêşmerge li hev bikin.

Parlementerê kurd û endamê komîsyona asayiş û berevaniyê ya parlementoya Iraqê, Nasir Herkî li ser danûstandinên Hewlêr û Bexdayê li ser mûçeyên Pêşmerge got, piştî ku Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kirî, çend komîte bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê di warên cuda de hatin avakirin. Yek ji wan komîteyan, bi hikûmeta Iraqî re li ser mûçeyên pêşmerge û karmendên Kurdistanê û bûdceya Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Nasir Herkî her wiha got, pêşveçûnek baş di danûstandinan de heye û ez hêvîdar im her du alî di demeke nêzîk de li hev bikin, bi taybet li ser şandina mûçeyên Pêşmerge.

Bi gotina wî endamê komîsyona asayiş û berevaniya parlementoya Iraqê, li gorî qanûna bûdceya sala 2019an a Iraqê, hikûmeta Iraqê lazim e her meh 68 milyar dînar bo mûçeyên Pêşmerge bide Hewlêrê lê heta niha ew dirav nehatiye şandin.