PeyamaKurd- Kristalina Georgieva ku eslê wê Bûlgare, bo serokatiya IMF ê hat hilbijartin. Rêvebiriya Cîhbicîanînê ya IMF ê ragihand ku dê Georgieva, di 1 ê cotmehê de dest bi wezîfa serokatiya IMF ê bike û wê wezîfa wê 5 sal dewam bike.
Weka adetê; serokatiya IMF ê yekî ji Awrûpayê dike û bo serokatiya Banka Dinyayê, divê yekî hemwelatiyê Amerîka be.
Georgieva heya niha CEO ya Banka Dinyayê bû û welatên Yekîtiya Awrûpayê wê kirin seroka IMF ê. Georgieva di sala 1953an de hatiye dinyayê û berê endamtiya komîsyona Yekîtiya Awrûpayê kiribû.