Şîrketa 74 salî ya Tirkiyê îflasa (konkordato) xwe ragihand

Şîrketa 74 salî ya Tirkiyê îflasa (konkordato) xwe ragihand

PeyamaKurd – Bi sedema krîza kureyî û ya nav Tirkiyê gelek şîrketên Tirkiyê îflasa (konkordato) xwe ragihandin. Niha jî şîrketa bi navê Aroymak Çelik îflasa xwe ragihand. Aroymak Çelik 74 sale ku li Tirkiyê hiberîna behemên pola dike.

Şîrket, li Îstenbolê ji sala 1951an heya niha dixebite û navê wê yê bi temamî Aroymak Çelik ve Endüstri Donanımları Ticaret ve Sanayi A.Ş. ye. Şîrket ragihand ku rewşa wan ya aboriyê xerabe û seredana xwe ya îflasê li dadgeha bazirganî ya 2em ya Îstenbol Anadoliyê kir. Dadgeh 3 meh muhlet an ku wext dayê.

Dadgehê di çarçoveya dosya şîrketê de, heyeta komseran ku ji 3 kesan pêk tê tayîn kir. Celsa were dê di 11.12.2025an de bibe. Kesên deynên wan li şîrketê hebin, wê karibin di nav hefteyekî de îtîraza biryara îflasê bike an bikin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.