HTŞê ji bo çi hemleya Helebê da destpêkirin?

HTŞê ji bo çi hemleya Helebê da destpêkirin?

PeyamaKurd – Piştî şerê naxwe yê Sûriyê yê sala 2011an dest pê kir, rejîma Sûriyê paytexta bazirganiyê Heleb jî di nav de gelek bajar û herêmên girîng ji dest dabûn û ew dever ketibûn bin kontrola komên çekdar ên opozîsyonê. Bajarê Helebê jî 8 sal berê bi peymaneke navbera Moskow, Şam, Tehran û Enqereyê ji nû ve ketibû kontrola rejîma Sûriyê û li Idlib û Helebê herêmên kêmkirina rageşiyê hatibûn avakirin. Ew statukoya heyî bi êrîşa HTŞê ya 27ê Mijdarê dest pê kir, ji nişkave jiholê hate rakirin. Gelo ji bo çi ev pêngav hatiye avêtin nîqaş li ser berdewam dikin ku sedemên wê yên herêmî û navnetewî hene.

Sedema êrîşên HTŞ û komên din ên opozîsyonê tê nîqaşkirin

Lê belê çend roj berê ew statukoya Helebê ji nişkave guherî û bi serkêşiya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-Cephet El Nûsra ya berê) û beşdariya komên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşeke berfireh hate destpêkirin û Heleb ji nû ve kete bin kontrola opozîsyonê.

Balkêş e ku ev pêngava Helebê piştî ragihandina agirbesta Lubnanê ya Hizbullahê bi Îsraîlê re hate pêkanîn dest pê kir ku di hin nirxandinan de jî tê gotin, mebest têkdana serweriya Îranê û tunekirina milîsên wê yên li Sûriyeyê ye.

Ji ber ku Esed bersiva Erdogan neda êrîş pêk hatin

Di van êrîşên dawî de dûrketina Esed a ji çareseriya siyasî ya li gor jimara 2254 a biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) jî wekî sedema sereke tê nîşandan.

Herwiha wekî tê zanîn ev demek e bi navbeynkariya Rûsyayê hewlên asayîkirina têkiliyên Enqere-Şamê têne dayîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, çend car in banga hevdîtinê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dike.

Esed heta niha jî bersiveke erênî nedaye bangên Erdogan û şertên wekî bi temamî derxistina hêzên xwe ji Sûriyê dide ber Tirkiyê ku Tirkiye niha ji vê re ne amade ye.

Bi destpêkirina êrîşên opozîsyonê yên kontrolkirina Helebê û pêşveçûna wan a berdewan dike, Rojnameya Ereb a navenda wê li Londonê ye, li ser şerê Heleb û Idlibê yê di navbera Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên opozîsyonê yên girêdayî artêşa Tirk nirxandinek balkêş kir.

Enqere peyamê dide Esed

El Ereb diyar dike ku Tirkiye bi pêngava HTŞ û komên opozîsyona girêdayî wê peyamê dide Esed ku li hember bangên normalîzebûnê yên Erdogan xemsar dimîne.

Dîsa li gorî çavdêran siyasî, Tirkiye bi êrîşên ji nişkave yên li ser hêzên rejîma Sûriyê peyamekê dide bêxemiya Esed a li hemberî bangewaziyên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên normalîzekirina têkiliyan.

Li gorî şîroveyên pisporên krîza Sûriyê, komên çekdarên bi ser Enqereyê ve di van êrîşan de pişta xwe dane van xalan:

Yek, Rûsya bi şerê li Ukraynayê ve mijul e, lew re wê bi awayekî têrker wekî berê nikaribe êrişan têk bibe. Ev jî hêzên Sûriyeyê tevlîhev bike.

Ya din jî hevalbendê duyemîn ên Şamê an ku Îranê û piştevanên wê di serî de Hizbullahê derbên giran ji Îsraîlê xwarine. Ev jî wê bihêle ku tevgerên wê li hemberî komên çekdar ên girêdayî Enqere lawaz û kêmbandor bin.

 

Ev nivîs 211 car hatiye xwendin.