Weşanxana Dozê pirtûka Jan Dost ya bi navê ‘Şerê Dawî yê General’ li Amedê da danasîn

Dîroka Weşanê :
Weşanxana Dozê pirtûka Jan Dost ya bi navê ‘Şerê Dawî yê General’ li Amedê da danasîn

PeyamaKurd – Weşanxana Dozê ya di bin berpirsiyariya Köroğlu Karaaslan de, pirtûka nivîskar Jan Dost ya dawiyê ya bi navê ‘Şerê Dawî yê General’ weşand.

Bi tevlîbûna nivîskar Jan Dost, berpirsê Eleqatên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Hewlêrê Elî Ewnî, serokê şaxa yekîtiya nivîskarên Duhokê Hesen Silêvanî, helbesvan Şêx Mîsbehê Silîvî û gelek nivîskarên weka Berken Bere, Recep Dildar û gelek kesên rewşenbîr, dîrokzan, siyasetmedar û xelkê din, merasima îmza pirtûkê birêve çûn.

Mijara romana navborî li ser serpêhatiya serokê şoreşa Kurdistanê li ser Mela Mistefa BARZANÎ ye. Pirtûk ji 362 rûpelan pêk tê. Pirtûk di heman wextê de li Beyrûdê bi zimanê Erebî jî hatiye çapkirin. Di romanê de, di beşekî wê de ji zimanê Mela Mistefa BARZANî weha dinivsîne:

“Ji me re gotin ku em êdî em li ser axa Tirkiyê ne. Çiya eynî çiya bûn, gelî heman gelî bûn, ziman li her dû aliyan jî heman ziman bû. Lê aliyekî Iraq bû û li Bakûr jî Tirkiye bû. Çiya yên me bûn, xelk jî yê me bû. Lê dibêjin ku mal bo xwediyê mal herame û ew hat serê me. Me di welatê xwe de bi tirs hereket dikir. Li aliyekî dijmin, li aliyê wî alî dijmin û li pêşiya ne dijmin hebûn.”