Jineke Kurd 59emîn Xelata Theodor Heuss wergirt

Jineke Kurd 59emîn Xelata Theodor Heuss wergirt

PeyamaKurd- Rojnamevan û çalakvana mafê mirovan a Kurd Duzen Tekkalê, 59emîn Xelata Theodor Heussê ya 2024an li Almanyayê wergirt.

Duzen Tekkal keçeke Kurd a Êzidî ji bajarê Diyarbakir ê Bakurê Kurdistanê ye û li Almanyayê dijî.

Tekkal ji ber karê xwe yê ji bo azadî, demokrasî û pêkvejiyanê, Xelata Theodor Heuss a 2024an wergirt.

Duzen Tekkalê got: “Ji bo min rûmeteke taybet e ku 59emîn Xelata Theodor Heuss a 2024an bi amadebûna dê û bavê xwe wergirim. Ji ber xebata xwe ya ji bo azadî, demokrasî û mafên pêkhateyan ez hatim xelatkirin. Ez dixwazim ji nava dilê xwe spasiya Theodor Heuss bikim.”

Theodor Heuss

Theodor Heuss 31 Çiriya Paşîna 1884an ji dayik bûye. Di nava Partiya Demokrat a Almanyayê (DDP) de beşdarî siyasetê bû û li dijî Naziyan bû. Di rojnameya Die Hilfeyê wekî rojnamevan kar kir. Dev ji siyasetê berneda û sala 1946an bû Serokê Partiya Demokrat a Azad a Almanyayê (FDP). Heuss 12yê Îlona 1949an bû yekem Serokê Almanyaya Federal.

Herwiha sala 1954an cara duyemîn ji bo vê wezîfeyê hat hilbijartin. Xelata Theodor Heuss ji aliyê weqfa wî ve tê dayîn. Ew kesên di ware mafên mirov û pêkhateyan de kar dikin ji aliyê komîteya Xelata Theodor a weqfê ve tên diyarkirin û ew kes tên xelatkirin.

Duzen Tekkal

Li Hannover a Almanya ji dayik bûye. Malbata wê di salên 1970yî de ji Diyarbekirê koçî Almanyayê kiriye.

Duzen Tekal sala 2002an li Zanîngeha Leibnizê ya Hannoverê dest bi xwendina zanistên siyasî û ziman û edebiyata Almanî kiriye û di sala 2007an de qedandiye.

Mastera xwe li ser Kurdên Êzidî yên li diyasporayê û şert û mercên sosyopolîtîk ên entegrasyona wan nivîsandiye. Tekkal piştî xwendina xwe li Hamburgê li kanala RTLyê dest bi rojnamevaniya televizyonê kiriye. Tekkal li kanalên Spiegel TV, Stern TV û Extra – Das RTL-Magazin jî xebitiye.

Ji sala 2014an û vir ve wekî rojnamevan, derhêner û nivîskar dixebite û 2 belgefîlmên wê li çend festîvalên navneteweyî hêjayî xelatê hatine dîtin.

Tekkalê bi xwişka xwe ya bi nave Tugba Tekkal re Komeleya Hawar Helpê ava kiriye û li Şingalê alîkariyê dide Kurdên Êzidî yên Şingalê.