Nivîskar Yaşar Kemal li Weqfa DİTAVê ya Amedê hat bibîranîn

Nivîskar Yaşar Kemal li Weqfa DİTAVê ya Amedê hat bibîranîn

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li Weqfa DİTAVê ku serpereştiya wê nivîskan Şeyhmus Diken dike, bi sedema wergerandina  pirtûka vinîskar Yaşar Kemal ya bi navê Efsaneya Çiyayê Agiriyê (Ağrı Dağı Efsanesi) ku ji aliyê werger Salih Kevirbirîde hatiye kirin konferansekî hat lidarxistin.

Di konferansê de moderator Şeyhmus Diken û nivîskar û werger Salihê Kevirbirî hebûn. Dengbêjê bi nav û deng Salihê Qubînî jî bi sedema di civata Yaşar Kemal de kilama Siyamend û Xecê gotibû, ew jî tevî konferansê bû.

Salih Kevirbirî li ser wergera pirtûkê û tama wê ya Kurdî rawestiya, behsa zahmetiya wergerê kir û got ku tama di pirtûkê de tevî bi Tirkî hatiye nivîsandin jî, wergera wê jê re hêsantir bûye û tama pirtûkê Kurdiye.

Di navbera axaftinê de dengbêj Salihê Qubînî destana Siyamend û Xecê bi kurtî sitra û hem neviyê wî stranekî dinê ya bi navê Zozan sitra.

Di konferansê de gelek kesên nivîskar, çîrokbêj, werger, rojanmevan hebûn.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.