Rojhilat | Li gundê Palinganê Festîvala Hezar Defan birêve çû

Rojhilat | Li gundê Palinganê Festîvala Hezar Defan birêve çû

PeyamaKurd- Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Hezar Def a Duyem li gundê Palingan ê dîrokî û geştiyarî birêve çû.

Di Duyem Festîvala Hezar Def a gundê Palinganê de, zêdetirî 100 hezar geştyaran ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û deverên din ên Îranê beşdarî kirin.

Li gundê Palingan ku berê paytexta Împeratoriya Erdelan bû, çanda dîrokî tê berdewamkirin.

Hêjayî gotinê ye, gundê Palingan beriya niha jî bi ahengên Newrozê navdar bû û niha jî merasîma hunerî ya hezar def lê tê lidarxistin.

Di festîvalê de zêdetirî hezar defjenên jin û mêr ji çar aliyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li defan dan û dîmen û dengê xweş pêşandan.