AFP: Di Hilbijartinên Iraqê de Hevpeymaniya Sûdanî Serkeftineke Mezin Bi Dest Xist

Dîroka Weşanê :
AFP: Di Hilbijartinên Iraqê de Hevpeymaniya Sûdanî Serkeftineke Mezin Bi Dest Xist

PeyamaKurd – Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên Iraqê, hevpeymaniya bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa es-Sûdanî serkeftineke berçav bi dest xistiye. Ajansa nûçeyan a Fransî (AFP) ragihand ku li gorî du çavkaniyên nêzîk Sûdanî, hevpeymaniya wî nêzîkî 50 kursî yan jî zêdetir di parlamenê de misoger kiriye, ku ev yek wê dike bloka herî mezin.

Hevpeymaniya Sûdaniyê ku gelek tevgerên siyasî yên Şîe di nav xwe de dihewîne, di pêşbaziya ji bo bandora li ser dengdêrên Şîe de, bi Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî re ketibû nava rikberiyeke xurt. Rexnegirên Malikî dibêjin ku polîtîkayên wî yên mezhebî di sala 2014an de rê li ber derketina DAIŞê vekiribû.

Di nav aliyên Sunnî de, Partiya Pêşverû (Teqadum) ya bi serokatiya Serokê berê yê Parlamentoyê Mihemed el-Helbûsî, weke yek ji hêzên sereke derket pêş. Partiya wî bi taybetî li parêzgehên rojava û bakur ku piraniya wan Sunnî ne, piştgiriyeke xurt wergirtiye.

Li Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî, bi bidestxistina zêdetirî yek milyon dengî, serkeftineke mezin tomar kir û bandora xwe parast. Li gorî encamên destpêkê, PDK li hemû parêzgehên Kurdistanê di rêza yekem de ye û li seranserê Iraqê jî bûye partiya ku herî zêde deng wergirtiye. Hevrika wê ya sereke, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafel Talebanî, li gorî PDKê kêmtir deng wergirtiye.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de ji sedî 55 derbas kiriye. Hat ragihandin ku ji derdora 21.4 milyon hilbijêrên tomarkirî, 12 milyon kesî dengê xwe bi kar anîne. Ev rêje ji hilbijartinên sala 2021an ku tê de rêjeya beşdariyê %41 bû, bilindtir e.

Serokê Komîsyona Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinan, Lîwa Qeys el-Mihemedawî, da zanîn ku pêvajoya hilbijartinê "bi aramî û zelal" birêve çûye û tu binpêkirinên ewlehiyê yên cidî çênebûne.

Li gorî AFPê, tevî banga rêberê Şîe yê bi bandor Muqteda es-Sedr ji bo boykotkirina hilbijartinan, rêjeya bilind a beşdariyê nîşana daxwaza gelê Iraqê ya ji bo guhertina siyasî ye.

Tê payîn ku encamên fermî yên hilbijartinan di demeke nêz de bên eşkerekirin. Lêbelê, çavdêr di wê baweriyê de ne ku hevpeymaniya Sûdanî dê di serdema nû de bibe xwedî roleke diyarker di siyaseta Iraqê de.