PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius ragihand ku wê Almanya di sala 2026an de zêdetirî ji 11,5 milyar avro destekê bide Ûkraynayê. Wezîr got ku wê desteka Almanya dewam bike û hevkariya xwe ya bi NATO re teqez kir û bi NATO re li hemberê êrîşên hîbrît yên Rûsyayê bertek nîşan bidin.
Pistorius, daxwuyaniya xwe çapemeniyê li bajarê Berlînê piştî civîna wezîrên Almanya, Fransa, İtalya, İngiltere û Polonya (E5) yên bergiriyê, piştî civîna wezîrên bergiya welatên navborî de da. Wezîr got:
“Em ê desteka xwe dewam bikin û Ûkraynayê tenê nehêlin. Bila bi me bawer be. Hemkarê me yê Ûkraynayî Denis Şmigal di rêya video de bi me re axifî û me garantiyê dayê.”
Wezîr ragihand ku bi sekreterê giştî yê NATOyê bi Mark Rutte re axifiye û gotiye wê bi 150 milyon Avroyî tevlî paketa PURLê bibin.