Amerîkayê ji bo bihêzkirina berevaniya Taywanê firotina alavên leskerî pejirand

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê ji bo bihêzkirina berevaniya Taywanê firotina alavên leskerî pejirand

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) firotina alavên leşkerî bi bihayê 330 milyon dolarî ji bo Taywanê pejirand. Ev pêngav weke yekem peymana mezin a firotina çekan di serdema rêveberiya Serok Donald Trump de tê dîtin. Armanca sereke ya vê peymanê ew e ku hêza parastinê û amadebaşiya fîloya hewayî ya Taywanê li hember gefên potansiyel zêde bike.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Pentagonê, ev pakêta leşkerî dê parçeyên yedek û pêdiviyên teknîkî ji bo balafirên şer ên F-16, balafirên veguhastinê yên C-130 û corên din ên balafirên di artêşa Taywanê de dabîn bike. Bi vê yekê, tê payîn ku Taywan bikaribe "amadebaşiya xwe ya operasyonel li hember gefên heyî û yên pêşerojê biparêze."

Ev biryara Washingtonê di demekê de tê ku aloziya siyasî di navbera Çîn û Taywanê de berdewam e. Çîn, Taywana ku xwedî sîstemeke demokratîk e, weke beşek ji axa xwe dibîne û îhtîmala bikaranîna hêza leşkerî ji bo kontrolkirina giravê red nake. Li aliyê din, Taywan bi tundî serweriya Pekînê red dike û tekez dike ku tenê gelê Taywanê dikare biryarê li ser paşeroja xwe bide.

Her çiqas Washington bi awayekî fermî têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Pekînê re birêve dibe jî, di heman demê de têkiliyên xwe yên nefermî bi Taywanê re diparêze û weke mezintirîn dabînkerê çekan ji bo wî welatî dimîne. Hat ragihandin ku Serok Trump diyar kiriye ku Serokê Çînê Xi Jinping jê re soz daye ku heta ew li ser desthilatê be, dê êrîşî Taywanê neke.