Arakçî: Vekişîna hêzên Amerîkî ji Eyn el-Esed delîlek eşkere ya hevkariya me ye bi Iraqê re

Dîroka Weşanê :
Arakçî: Vekişîna hêzên Amerîkî ji Eyn el-Esed delîlek eşkere ya hevkariya me ye bi Iraqê re

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Huseyîn re, vekişîna hêzên Amerîkî ji baregeha Eyn el-Esed nirxand û got, "Vekişîna hêzên Amerîkî ji Eyn el-Esed delîlek eşkere ye ku hevkariya me ya ewlehiyê bi Iraqê re çiqas xurt bûye."

Arakçî di civîna çapemeniyê ya li Tehranê de axivî û got, "Em hewl didin ku bi Iraqê re peymanek hevkariya ewlehiyê ya hevbeş pêk bînin. Di heman demê de, em asta hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê de bilind dikin."

Arakçî, amadebûna Îranê ji bo berfirehkirina hevkariya aborî, siyasî û çandî bi Iraqê re tekez kir û bal kişand ser cihê Iraqê di dîplomasiya herêmî de û got, "Iraqê kapasîteya xwe ya lîstina roleke girîng di pêşxistina hevkariya herêmî de îspat kiriye; ev ji bo Îranê pir girîng e."

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn îro ji bo hevdîtinên fermî gihîşt Tehranê.