Artêsa Îsraîlê êrîsî binesaziya Hizbullahê kir

Dîroka Weşanê :
Artêsa Îsraîlê êrîsî binesaziya Hizbullahê kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êrîşeke asmanî li ser navendeke perwerdeyê ku yekîneyên "Hêza El Ridwan" ên girêdayî Hizbullahê bi kar tîne kirine.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê êrîşên asmanî li dijî deverên çiyayê El Refî, derdora bajarokên Secid, El Rîhan û Eremetê û Cibaa pêk anîn û li hin deverên li başûrê welêt jî êriş biriye ser binesaziya Hizbullahê.