PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê sînor derbas kirine û ketine du deverên nû li parêzgeha Quneytra ya başûrê Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihandiye, yekîneyeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji sê tank û du wesayîtên zirxî yên celebê Hummer pêk dihat li herêmê çalak bû.
Li gorî agahiyan, ev hêz li Girê Ebû Qubeys, li nêzîkî gundê Eyn Zîvan, li başûrê Quneytrayê, bi cih bûye.
Çavkaniyên herêmî yên li herêmê ragihandin ku îro yekîneyeke din a Îsraîlê ber bi gundewarê başûrê Quneytrayê ve pêş ket.