Artêsa Rûsyayê bajarên Krasnoarmeysk û Volchansk bi dest xistin

Dîroka Weşanê :
Artêsa Rûsyayê bajarên Krasnoarmeysk û Volchansk bi dest xistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê bajarên Krasnoarmeysk (Pokrovsk) li herêma Donetskê û Volchansk (Vovchansk) li herêma Xarkîvê bi dest xistine.

Daxuyaniyek ji Qesra Kremlînê nîşan da ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana baregeha Koma Leşkerî ya Hevbeş kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov, Fermandarê Koma Leşkerî ya Navendî Valery Solodchuk û Fermandarê Koma Leşkerî ya Rojhilat Andrey Ivanayev ji Putin re li ser rewşa li eniya Ukraynayê agahî dane.

Gerasimov rizgarkirina bajarên Krasnoarmeysk (Pokrovsk) li Komara Gel a Donetskê û Volchansk (Vovchansk) li herêma Xarkîvê ragihand û agahî li ser çalakiyên leşkerên Rûsyayê li eniyên din parve kir. Li gorî daxuyaniyê, Solodchuk ragihand ku beşa başûrê bajarê Dimitrov (Mirnograd) ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ivanayev herwiha agahî li ser rizgarkirina herêmên Zaporizhia û Dnipropetrovsk da û diyar kir ku leşker ber bi Çemê Gaychur ve diçin û dest bi rizgarkirina bajarê Gulyaypole li herêma Zaporizhia kirine."

Herwiha hat destnîşankirin ku Serokê Rûsyayê Putin fermandaran ji ber "çalakiyên wan ên serketî" pîroz kir û talîmat da wan ku ji bo demsala zivistanê pêdiviyên pêwîst ji leşkeran re peyda bikin.