Azerbaycanê bi notayê Rûsya protesto kir

Dîroka Weşanê :
Azerbaycanê bi notayê Rûsya protesto kir

PeyamaKurd- Azerbaycanê notayeke protestoyî da Rûsyayê ji ber ku di êrîşên moşek û dronên Rûsyayê yên li ser Kîevê de, moşeka tîpa Îskender li qada Balyozxaneya Azerbaycanê ketibû.

Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê Balyozê Rûsyayê, Mihail Yevdokimov, gazî kir û nerazîbûna xwe ya tund anî ziman. Hate destnîşankirin ku di encama vê êrîşa ku şevê din rû daye de, dîwarên balyozxaneyê bi temamî hilweşiyane û zirareke mezin li avahiyên îdarî, konsolosxaneyê û wesayîtên xizmetê ketiye, lêbelê ti kes nehatiye kuştin an birîndarkirin.

Azerbaycanê ji Rûsyayê xwest ku êrîşên li ser nûnertiyên dîplomatîk yên nayên qebûlkirin êdî çênebin û derbarê vê bûyera nû de lêkolîneke pêwîst bike û ravekirineke berfireh bide.

Di êrîşên Rûsyayê yên şevê li ser Kîevê de, 6 kes miribûn.