Balafirên ser ên Çînê kilîda radarê avêtin ser balafirên Japonî

Dîroka Weşanê :
Balafirên ser ên Çînê kilîda radarê avêtin ser balafirên Japonî

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Shinjiro Koizumi ragihand ku balafirên şer ên girêdayî Çînê li başûrê rojhilatê girava Okinawa, kilîda radarê avêtine ser jetên leşkerî yên Japonyayê û ev bûyer wekî "metirsîdar û gelekî xeter" bi nav kir.

Krîza dîplomatîk a di navbera Tokyoyê û Pekînê de ku bi îşareta Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi dest pê kiribû didome.

Tê diyarkirin ku êrîşeke muhtemel a Çînê ya li dijî Taywanê dikare rê ji destwerdana leşkerî ya Japonyayê re veke.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Shinjiro Koizumi, duh ragihand ku balafirên şer ên J-15 ên ji keştiya balafiran a Çînê Liaoning, rabûbûn, li başûrê rojhilatê girava Okinawa kilîda radarê avêtine ser jetên F-15 ên Japonyayê.

Koizumi, kiryarên ku di navberan de saetên 16.32 û 18.37’an li gor dema herêmî pêk hatin, wekî bûyerek metirsîdar û gelekî xeternak bi nav kir û anî ziman ku wan bi rêya kanalên dîplomatîk Çîn protesto kiriye û banga dubare nebûna bûyerê kirine.

Koizumi got, ti ziyan negihîştiye balafir an personelên Hêzên Parastina Japonyayê. Di daxuyaniyeke cuda de ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Japonyayê ve hat dayîn, hat destnîşankirin ku, ji ber dûrahiya di navbera jetan de, aliyê Japonî "ti hewldaneke ku wekî provokasyon were hesibandin" nekiriye.