PeyamaKurd – Serokê Civaka Cihûyên Kurdistanê yê li Îsraîlê, Yehûda Ben Yosef, ji ber êrîşên dawî yên li ser taxên Kurdan ên Helebê û herêmên Rojavayê Kurdistanê bangeke bilez kir.
Ben Yosef êrîşên çekdarên Ehmed Şera (HTŞ) û komên ku ji aliyê Şamê ve têne birêvebirin wekî "sûcên li dijî mirovahiyê" pênase kir û ev êrîş bi êrîşên 7ê Cotmehê yên Hemasê re dan ber hev.
Ben Yosef ji hikûmeta Îsraîlê û parlamentoyê (Knesset) daxwaz kir ku peywendiyên rasterast bi nûnerên Kurd ên li Rojava re deyînin.
Wî destnîşan kir ku divê Îsraîl heman parastin û piştgiriya ku dide civaka Durzî, bide Kurdên Rojava jî. Her wiha bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku li dijî gefên hêzên Ehmed Şera yên li ser kêmneteweyan, gavên pratîkî bavêje.