Bersiva Kîevê ya zelal ji bo Trump: Em dest ji axa xwe bernadin

Dîroka Weşanê :
Bersiva Kîevê ya zelal ji bo Trump: Em dest ji axa xwe bernadin

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, li hemberî plana aştiyê ya Amerîkayê ku behsa dayîna hinek axê dike, helwêsta xwe eşkere kir. Zelenskî ragihand ku ew ê îro (09.12.2025) pêşniyareke nû pêşkêşî Washigtonê bikin, lê di vê planê de "tu tawîzeke axê nîne".

“Desthilata min nîne ku ez axê bidim”

Zelenskî di peyama xwe de tekez kir ku Destûra Bingehîn a Ûkraynayê rê nade ku yekparçeyiya welat xera bibe û got:

Desthilata ti serokê Ûkraynayê nîne ku biryara terikandina axa welêt bide."

Her çiqas Zelenskî destnîşan kir ku nêzîkatiya Amerîkayê li ser prensîba dîtina çareseriyekê ye, lê wî bîr xist ku divê her cure peymana aştiyê rêzê li serweriya Ûkraynayê bigire.

Zextên Washingtonê û hevdîtinên bêencam
Tîma Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi nûnertiya Steve Witkoff û Jared Kushner, hefteya borî pêşî planeke nû pêşkêşî Moskowê kir û piştre li Miyamiyê bi rayedarên Ûkraynî re civiya. Lêbelê, danûstandin bêyî tu pêşveçûnekê bi dawî bûn û Zelenskî ev hevdîtin wekî "avaker lê dijwar" pênase kirin.

Berteka Trump
Li aliyê din, Donald Trump nerazîbûna xwe nîşan da û îdia kir ku Zelenskî pêşniyarên dawî yên ku jê re hatine şandin "baş nexwendine".
Di demekê de ku şer dikeve sala xwe ya çaremîn, Kîev hewl dide hevsengiyekê bibîne; yanî hem têkiliyên xwe yên bi Washingtonê re biparêze û hem jî li hemberî planên ku wekî "alîgirê Moskowê" tên dîtin, serweriya xwe biparêze.