Besra ber bi federalîzmê ve diçe

Dîroka Weşanê :
Besra ber bi federalîzmê ve diçe

PeyamaKurd – Encûmena Parêzgeha Besrayê li Iraqê bi fermî dest bi gavên yasayî û destûrî kiriye da ku statuya vê parêzgeha dewlemend bi petrolê biguherîne û bike herêmeke federal. Ev pêngava ku bi piştgiriya piraniya endamên encumenê hat destpêkirin, armanc dike ku Besra ji aliyê îdarî û darayî ve serbixwetir bibe û bikaribe dahata xwe baştir ji bo xizmetguzariyan bi kar bîne. Siyasetmedarên herêmê diyar dikin ku ev daxwaz ne ji bo veqetîna ji Iraqê ye, lê hewildanek e ji bo bidestxistina mafên xelkê Besrayê yên ku bi salan in ji ber biryarên navendî hatine paşguhkirin.

Di bin serokatiya Walî Esed El-Eidanî û bi hevkariya komên siyasî yên wekî Koalîsyona Tasmîm, pêvajoya komkirina îmzeyan bi fermî dest pê kiriye. Li gorî qanûnên Iraqê, divê pêşî ji sedî 2yê dengdêran daxwaznameyê îmze bikin û piştre ev rêje bigihe ji sedî 10î da ku daxwaz bi fermî ji bo referandûmê bê qebûlkirin. Tê payîn ku hefteya bê dosya bi fermî pêşkêşî Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bê kirin û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (IHEC) jî ji bo verastkirina îmzeyan û amadekariyên teknîkî ket tevgerê.

Besra ku dilê aboriya Iraqê tê hesibandin, dixwaze mîna Herêma Kurdistanê bibe xwedî statuyeke taybet da ku rasterast çavdêriya projeyên binesaziyê û sektora petrolê bike. Xelkê parêzgehê hêvî dikin ku bi vî rengî dawî li pirsgirêkên kronîk ên mîna bêkarî, qirêjiya avê û kêmbûna elektrîkê bê. Di rojên pêş de dê navendên qeydkirinê ji bo hilbijêran bên vekirin û piştî temambûna rêkarên yasayî, Encûmena Wezîran a Iraqê dê rojekê ji bo referandûma giştî ya li ser damezrandina Herêma Besrayê diyar bike.