PeyamaKurd – Li bajarê Kayseriyê li navça Melikgazi li taxa Selimiye jina bi navê Rabia A., ku ew bi mêrê xwe re li ber hev berdanê bûn, mêrê wê Rahman A. bi kêrê li jina xwe xist û ew kuşt. Piştî rûdanê Rahman A. reviya lê paşî hat girtin.
Bûyer li dora seet 19.00an de qewimî. Di serî de jin û mêr bi sedemekî nehat zanîn munaqeşe kirin û munaqeşa wan bû şer. Zilam bi kêrê li jina xwe xist û ew kuşt.
Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê dîtin ku jinik can daye.
Polîs Rahman A. bir baregeha polîs û lêpirsîna bûyerê dewam dike.