Bi mêrê xwe re munaqese kir û ereba wê ket nav kanala avê

Dîroka Weşanê :
Bi mêrê xwe re munaqese kir û ereba wê ket nav kanala avê

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya li navça Mudartpaşa li taxa Yenigölê, seet di 05.00an de qezakî qewimî. Jina bi navê Hatice Doğan (39) bi şev bi mêrê xwe re munaqeşe kir û paşî ji malê derket. Hatice Doğan li jîpa xwe siwar bû û ajot. Jîpa wê ket nav kanala avê ya DSİyê û jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê mêrê wê Gürsel Doğan (47) çû ciyê bûyerê lê dît ku jina wî can daye. Gürsel Doğan temaşa ereba jina xwe dema ji avê derxistin kir, gelek xemgîn bû û got:

“3 zarokên min hene. Ezê ji wan re çi bejim? Ez ê ji însanan re çi bêjim? Li destê wê binêrin, wellahî miriye.”

Karkerên çandiniyê seet di 07.00an de dema diçûn nav zeviyan, dîtin ku erebeyekî wergeriyaye nava kanala avê û li ser pişte ye. Agahiyê dan tîmên 112an û temamê tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê. Jîpê bi vîncê ji kanalê derxistin.

Cenazê Hatice Doğan birin morga tiba edlî ya Antalya. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.