PeyamaKurd – Cîgirê serokê CHPê Sezgin Tanrıkulu rexne li cezayê nûh ku bi sedema heqaretê li serokkomar kiriye, dane Selahahttin Demirtaş, kir û got ku biryar di wexta munaqeşeyên li ser çareseriyan yên di meclisê de tên kirin hatiye dayîn û got ku ev vatedar e.
Parlementerê Diyarbekir yê CHPê Sezgin Tanrıkulu li ser cezayê nû yê ku ji aliyê dagehekî bajarê Mersinê de bo Demirtaş hatiye dayîn, bi nivîskî daxwuyanî da. Tanrıkulu got ku di çarçova Qanûna Cezayê Tirkiyê de, li gor xala 299an cezayê salekî û 5 meh û 15 roja daye Demirtaş, li gor azadiya îfade û siyaseta demokratik ev ceza rewa nîne.
Tanrıkulu ragihand ku axaftina Demirtaş di wexta serokê giştî yê partiyê bû, di sala 2015 û 216an de rexneyên siyasî kiriye lê gelek sal bi şûnde hat cezakirin û wext vatedar e.
Tanrıkulu, her weha bang li daraza Tirkiyê kir ku biryarên AHİMê bicîh bînin û hem di wexta ku mesela Kurd di meclisê de tê axaftin û li ser çareseriyan munaqeşe tên kirin, ceza dayîna bo Demirtaş vatedare û kes hene ku dixwazin derbê li pêvajoyê bixin.