PeyamaKurd – Îro (01.12.2025), Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdaneke fermî gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê.
Armanca vê serdanê ya sereke pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Waşîngton û Bexdayê de ye, nemaze di çarçoveya rêkeftina stratejîk a navbera her du welatan de.
Tê çaverêkirin ku şanda Amerîkî bi Serokwezîr, Wezîrê Derve û berpirsên din ên bilind ên Iraqê re bicive. Di civînan de wê dosyeyên ewlehiyê û hevkariya hevbeş bên gotûbêjkirin.