Cîhada Îslamî: Me dosyeya dîlan girt, dor li danûstandinên nû ye

Dîroka Weşanê :
Cîhada Îslamî: Me dosyeya dîlan girt, dor li danûstandinên nû ye

PeyamaKurd – Lîwaya Qudsê (baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî) îro Sêşemê ragihand ku wan dosyeya girtiyên Îsraîlî yên li bakurê Xezeyê bi temamî girtiye. Berdevkê Lîwayê Ebû Hemze diyar kir ku ev biryar piştî radestkirina termê dawî yê girtiyekî Îsraîlî di roja Çarşema borî de hatiye dayîn.

Ebû Hemze tekez kir ku tevî vê yekê, ew û komên din ên berxwedanê pabendî qonaxa yekem a agirbestê ne. Wî hişyarî da û got:

Girtiyên dijmin tenê bi biryara me vedigerin; yan di tabûtan de, yan jî qet venagerin." 

Her wiha daxwaz ji navbeynkaran kir ku zextê li Îsraîlê bikin da ku binpêkirinan rawestîne.

Li aliyê din, çavkaniyên ji Hemasê ragihandin ku amadekariyên ji bo qonaxa duyemîn a agirbestê didomin û hevdîtin li Qeter, Misir û Stenbolê tên kirin.