Dadgeha Tehranê 55 sal cezayê girtîgehê li 5 welatiyên Xiristiyan birî

Dîroka Weşanê :
Dadgeha Tehranê 55 sal cezayê girtîgehê li 5 welatiyên Xiristiyan birî

PeyamaKurd – Saziya Mafên Mirov a Hengawê ragihand ku Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî, cezayên giran li pênc welatiyên ku bûne Xiristiyan birîn. Bi giştî 55 sal cezayê zindanê li van welatiyan hat ferzkirin.

Nav û cezayên ku li gorî rapora Hengawê hatine belgekirin:

  1. Aida Najaflou: Ji ber sê tohmetên cuda bi giştî 17 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. (Li gorî xala 18an a Qanûna Cezayan, dê cezayê herî giran ê ku 10 sal e, bê cîbicîkirin)
  2. Joseph Shahbazian: 10 sal cezayê girtîgehê.
  3. Nasser Noord Goltepe: 10 sal cezayê girtîgehê.
  4. Lida Aleksanî: 8 sal cezayê girtîgehê.​​​​​​

Kesê Pêncemîn: Nasnameya wî hê nehatiye eşkerekirin, lê di heman dosyeyê de hatiye cezakirin.

Sedema girtinê:
Tohmeta sereke ya li dijî van kesan "avakirina dêrên malê (kilîseyên veşartî)" li Tehranê û çalakiyên têkildarî belavkirina ola Xiristiyaniyê ye.

Hêjayî gotinê ye ku Aida Najaflou, Joseph Shahbazian û Nasser Noord Goltepe di Sibata 2025an de ji aliyê Îdareya Îstixbaratê ve hatibûn girtin û bo Girtîgeha Evînê hatibûn veguhastin.