PeyamaKurd – Şirketa enerjiyê ya Îmaratî, Dana Gasê ragihand ku bi Şirketa Petrola Sûriyê (SPC) re peymanek îmze kiriye ji bo lêkolînkirina potansiyela ji nû ve pêşxistin û berfirehkirina hejmarek zeviyên gaza xwezayî li navenda Sûriyê. Ev pêngav weke hewldaneke giring ji bo vejandina sektora enerjiyê ya welat tê dîtin.
Li gorî daxuyaniya şirketê, ev peyman yekem car e ku di navbera hikûmeta Sûriyê û şirketeke taybet a gaza xwezayî de tê îmzekirin. Peyman di nav xwe de zeviya stratejîk a Ebû Rebahê jî dihewîne, ku yek ji mezintirîn keşfên gazê yên Sûriyê ye. Armanca sereke ya vê hevkariyê zêdekirina hilberîna gaz û elektrîkê, nûjenkirina binesaziya enerjiyê û piştgirîdayîna vejîna aborî ya Sûriyê ye.
Dana Gasê ezmûna xwe ya serkeftî di projeya berfirehkirina "KM250" de li Herêma Kurdistanê weke mînakek ji bo kapasîteya xwe ya teknîkî nîşan da.
Richard Hall, Rêveberê Giştî yê Dana Gasê giringiya peymanê wiha anî ziman:
"Ev peyman gaveke giring e ber bi ji nû ve pêşxistina binesaziya gaza xwezayî ya Sûriyê û vekirina potansiyela sektorê ye. Zeviyên di peymanê de dikarin di hilberîna gaza navxweyî ya welêt de cudahiyeke rastîn çêkin, ewlehiya enerjiyê ya Sûriyê xurt bikin û piştgiriyê bidin civakên herêmî."
Hall her wiha destnîşan kir ku şiyanên teknîkî û operasyonel ên ku wan di projeya KM250ê de li Herêma Kurdistanê bi dest xistine, bingehekf hêja ji bo vê projeyê jî peyda dikin û ew amade ne ku li Sûriyê jî serkeftineke bi vî rengî bi dest bixin.
Dana Gasa ku di sala 2005an de wekî şirketa herî mezin taybet a gaza xwezayî li Rojhilata Navîn hate damezrandin, li Misir, Herêma Kurdistanê û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (ÎYE) çalakiyên lêgerîn û hilberînê dimeşîne. Rezervên îsbatkirî yên şirketê ji 1 milyar bermîlên petrolê zêdetir in û hilberîna wê ya rojane ya navînî digihîje 55,000 bermîlên petrolêb