PeyamaKurd- Rojnameya El Nahar li ser rojeva Sûriyeyê ragihand ku Sûriye dikeve qonaxeke nû ku hewl dide ji nû ve dewletê ava bike, lê rûbirûyî gelek pirsgirêkan e.
Rojnameyê diyar kir, hewl tê dayîn têkiliyên Şamê yên navneteweyî bên vegerandin, lê gelek astengî hene, bi taybet wek ewlehiya navxweyî, hebûna şervanên biyanî di yekîneyên hesas de û hewcedariya lezgîn ên ji nû ve avakirina aborî û civakî.
Herwiha li piraniya deverên Sûriyê tundiya çekdarî berdewam e û aramî kêm e.
Rojnameyê li ser berfirehbûna bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê jî got, bandora Tirkiyeyê ya leşkerî, siyasî, demografîk û aborî li Sûriyê gelekî zêde bûye.