Erdoğan 2 wezîrên Endonezyayê li Baregeha Dolmbahçe qebûl kir

Dîroka Weşanê :
Erdoğan 2 wezîrên Endonezyayê li Baregeha Dolmbahçe qebûl kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan wezîrê karênd erve yê Endonezyayê Sugiono û wezîrê bergiriyê yê Endonezyayê Sjafrie Sjamsoeddin li ofîsa serokkomariya Dolmabahçe qebûl kir.

Di hevdîtinê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û wezîrê bergiriyê Yaşar Güler hebûn. Civîn bo çapemeniyê girtîbû. Dibe ku piştî civînê daxwuyaniyê bidin lê piştî rûdana serokê Venezuelayê ya girtina Maduro, Endonezya xwe bêhtir nêzî Tirkiyê dike.