PeyamaKurd – Piştî belavbûna îdiayên ku Serokê berê yê Îstîxbarata Hêza Hewayî ya Sûriyeyê Cemîl el-Hesen reviyaye Lubnanê, hikûmetên Fransa û Sûriyeyê ketin nava liv û tevgerê. Her du welatan di heman demê de daxwazên fermî pêşkêşî Bêrûdê kirin da ku el-Hesen radestî wan bê kirin.
Li gorî raporta Wall Street Journalê, tê îdiakirin ku el-Hesen piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed hewl dide torên xwe yên îstixbaratê li Lubnanê zindî bike.
Rayedarên Fransî daxwaza xwe dispêrin biryareke dadgehê ya berê ku el-Hesen bi "sûcên li dijî mirovahiyê" tohmetbar dike û diyar dikin ku eger hebûna wî li Libnanê teqeziyê bibîne, bingeha yasayî ya girtina wî amade ye. Li aliyê din, hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî el-Hesen wekî yek ji berpirsên sereke yên binpêkirina mafên mirovan di serdema Esed de dibîne û dixwaze wî darizîne.
Tevî van daxwazan, çavkaniyeke payebilind a dadweriya Libnanê ji ajansa North Pressê re ragihandiye ku heta niha tu zanyariyeke fermî derbarê ketina Cemîl el-Hesen bo nav axa Libnanê li ber destê wan nîne û nehatiye piştrastkirin ku ew li wî welatî ye.
Hêjayî gotinê ye ku Cemîl el-Hesen ê ku di sala 2009an de bûbû serokê Îstîxbarata Hêza Hewayî, wekî yek ji kesayetên herî bi tirs û bi bandor ên dezgeha ewlehiyê ya Sûriyeyê dihat naskirin. Navê wî ji tevkujiya Hemayê ya sala 1982yan bigire heta bikaranîna çekên kîmyewî û êşkenceyên giran, di gelek sûcan de derbas dibe.